TAHIR DÎNARÎ-NÛBER-HELBEST - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûrîya

728x90 AdSpace

الأحد، 30 ديسمبر 2018

TAHIR DÎNARÎ-NÛBER-HELBEST

TAHIR DÎNARÎ-NÛBER-HELBEST

TAHIR DÎNAEÎ kî ye ?
Bi nav Tahir e, ji gundê Dînara yê Tora Kerboran e. Kurê Evdirehmanê kurê Tahirê Mela Evdila ye. Di cotmeha sala 1983an de li Nisêbîna Mêrdînê ji diya xwe re hatiye dinê.

Di nav hejarî û belengaziyê de mezin bûye. Xwendina wî ji xwezayê tê. Derfet çênebûne ku here dibistanê. Kesî xwendin fêrî wî nekiriye. Loma wek hevalên xwe li dibistanan nexwendiye. Ji deh saliya xwe ve temenê wî li tevrik û matotan derbasbûye heta 15 saliya xwe ku dibe evîndarê temburê.
Di 17 saliya xwe de dil dikeve keçeke ji seyidên Torê. Ji sedemne feodal û cûrbecûr dibîne ku evîna wî jê dûr dikeve. Bi hênceta ji bin bandora evîna keçika Torî derkeve ew dest davêje pirtûkên helbestan ên klasîk û hin pirtûkên zanayên dinyayê... Paşre hezkirina mirov û welat di dilê wî de zîl dide. Di vê navberê de nêzîkî çar sed pirtûkan dixwîne.
Niha li Qonyayê dijî û karê înşeetan dike ji bo debara malbeta xwe. Helbestên wî bi pîvan û li ser weznê hatine ristin. Li ser mijarên evînî mentiq û welatparêzî û hevaltî û bi hin hestên cûrbecûr helbest nivîsîne.


TAHIR DÎNARÎ-NÛBER-HELBEST Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on ديسمبر 30, 2018 Rating: 5 TAHIR DÎNARÎ-NÛBER-HELBEST TAHIR DÎNAEÎ kî ye ? Bi nav Tahir e, ji gundê Dînara yê Tora Kerboran e. Kurê Evdirehmanê kurê Tahirê Me...

ليست هناك تعليقات: