Qasimlo: rêberek demokrat û karîzmatîke neteweyî- Jiyannama Dr. Qasimlo bi kurtasî: - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûrîya

728x90 AdSpace

الثلاثاء، 20 يوليو 2021

Qasimlo: rêberek demokrat û karîzmatîke neteweyî- Jiyannama Dr. Qasimlo bi kurtasî:

 

Qasimlo: rêberek demokrat û karîzmatîke neteweyî-  Jiyannama Dr. Qasimlo bi kurtasî:



Elî Munezemî

                                              ( Ev gotar taybet hatiye Şandin ji bo Rojnameya Kurdistan a PDK-S)

Ebdulrehman Qasimlo di 22ê kanûna pêşîn (şevçile) a 1930an, tenê çend heyveka piştî şehîdbûna Simko Şikak, di gundê Qasimlo li derdora Urmiyê li Rojhelatê Kurdistanê hate dine. Bavê wî bi navê Mihemed Vusûq, kesek dewlemend û xwediyê mal û milk û diya wî jinek asûrî bi navê Nane (Fatime)ê bû. Malbata Qasimlo, bi xasma bavê wî, kesên welatparêz û neteweperwer bûn ku di serdema şoreşa şêx Ubeydulla Şemzînî (Nehrî) û Simko ê Şikak de hevkariya wan bizavan kiribûn û di serdema pêkhatina komara Kurdistanê di Mehabad ê bi serokkomariya Qazî Mihemed jî piştevaniya wê komarê kirin. Qasimlo her di temenê 15 saliyê de xebata xwe ya siyasî bi damezirandina yêketiya ciwanan ê dêmokrat ê Kurdistanê di serdema komara Kurdistanê de destpê dike û di bajarê Urmiye ê de wek niwênerê komara Kurdistanê dixebite. Piştî hiloşiyana komara Kurdsiatnê û dûbare dagirkirina rojhelatê Kurdistanê li aliyê rejîma paşayetiya Pehlevî ve, Qasimlo li ser xwendina xwe berdewam bû û karî qonaxa xwendina duwa nawendî di Tehranê bi dawî bîne û bo xwendinê bera xwe bide Turkiye. Qasimlo paşê karî bi hevkariya şehîd Mûsa Enter û xwedê jê razî Kamran Bedirxan bo dirêjîdan bi xwendina xwe ya bilind di 1948an de here welatê Fransa. Ewî bi hevkariyan hindek xwendekarên kurd li Parîsê komeleya xwendekan kurd li Evropa pêkanî.

 

Di sala 1948an de di zanîngeha Tehranê de Mihemedriza Pehelvî dane ber guleyan lê nehate kuştin. Ew boyer bû sedemê wê yekê ku hemû azadiyên demokratîk li Îranê bêne hilgirtin. Xwendekarên Îranî ku bi dijî wê kiriyara ne-demokratîk ya rejîma Pehlevî di Parîsê meşek pêkanîbûn, Qasimlo di wê meşê de bi dijî Mihemedriza Şah û rejîma wî axaftinek tûj pêşkeşkir û li ber wê yekê rejîma Pehlevî bûrsiyeya xwendina wî da sekinandin û nehêha malbata wî jî çi hevkariyekê bo bişînin. Her wisa ewan li welatê Fransayê dawakirin ku Qasimlo li wî welatî derêxin. Ji ber wê yekê Qasimlo bera xwe welatê Çêkoslovakya û di zanîngeha Prag ê de dirêjî bi xwendina xwe da. Ew di sala 1952an de bakalaryosa xwe werdigre li zankoya Pragê werdigre ku di wê demê de “dr. Mihemmed Misediq“ di Îranê de bibû serokwezîran. Qasimlo wedigere Îranê û li ber ku hizba dêmokrat di wê serdemê de wek liqek li “hizba Tûde” (partiya gel) dixebitî, Qasimlo li Tehranê û piştre jî li Kurdistanê bi wan re dikeve xebatê.

Salek şûn de dr. Misediq li ser desthilatê bi rêka derbeyê li ser kar tê avêtin û Qasimlo jî neçar dimîne bi nepenî xebata xwe bidomîne. Di wê heyamê de ewan karî rojnameya «Kurdistan» di hundirê Îranê de biveşînin ku 5 hejmar ji wê hatin belavkirin.

Qasimlo piştî çend salan xebat di Kurdistanê û Îranê de, di sala 1957an de vedigere Pragê û salek şûn de dizivire bo Îraqê ku bikaribe di wir de tevî hevalên hizba demokrat a kurdistanê rêkxistinên hizbê di rojhelatê Kurdistanê de aktîv bikin. Lê di ber nakokiyên di navbera wî û hevalên wî de kar naçe pêş û piştre jî dewleta Îraqê wî li Îraqê derdêxe.

Qasimlo dîsa dizivire bo Pragê û di wir xwendina xwe berdema dike heta di sala 1962an de doktoraya xwe di warê aborî de werdigre. Pertûka «Kurdistan û Kurd» a ku wî nivîsandî û bi çendîn zimanan hatiye vergerandin, têza wî a doktora ê ye. Ew pertûka belgeyek girîng e bo nîşandana hizr û ramanê dr. Qasimlo li ser pirsa kurd û kurdistanê. Dr. Qasimlo xelkê kurd bi yek netewe û welatê wan yê perçe-perçekirî bi yek welat dizane û gava bas li Kurdistanê dike, di varê erdnîgarîve wê bi yekîneyek dihesibîne. Her wisa ew yeka li ser dîrok, çand û aboriya wan jî her rast e. Dr. Qasimlo di wê têza xwe bi mifah wergirtin li teoriyên çepî (marksîstî-lenînîstî) berevanî li mafê serxwebûna kurdan dike.

Dr. Qasimlo pişte beyana 11. adara 1970an dîsa wedigere Îraqê û wê carê di planên xwe bo aktîvkirina hizba demokrat a kurdistana Îranê de serkevtî dibe. Ew di konferansa sêyemîn a partiyê de ku di 1971an de hatibû girtin, wek sikreyterê giştî yê wê partiyê tê hilbijartin. Ew heya dema şehîdbûna xwe di 13 tîrmeha 1989an li Vîyenayê a paytextê Nemsa ê, di hemû kongireyên partiyê de wek sikreterê giştî dihat hilbijartin. Ew li demekê de hate şehîdkirin ku bo gotûbêj li ser pirsa kurd di civînekê bi dîplomat-terrorîstên komara Îslamî re civiya bû. Mixabin Nemsa jî li ber berjevendiyênx xwe yên aborî terrorist hemû bi silametî u bi skort ve şandin bo Tehranê.

  Qasimlo wek rêberek karîzmatîk

Maks Wêbêr dibeje ku rêberên karîzmatîk xwediyê şîyanek bilind, jîrî û jêhatîbûnek xaymanî û taybetmendiyên kesayetî yên bêhempa ne ku zêdetir li dema qeyran û krîzan de wek xilaskerek derdikevin û xelkê xwe (pêrewên xwe) li tengaviyê derbaz dikin.

Rêberê karîzmatîk faktora guhertinê ne û şiyana wê yekê hene ku rêkxistina xwe (partiya xwe) alûgorê bingehîn bi ser debînin. Rêberek han, kesên cesûrin ku dikarin rastiya bi wî kesî re bêje ku naxwaze bibhîze. Ew hêz û desthilatê şaş bikar nayinin û xwediyê nirx û prensîpên xasmanî ne ku li aliyê wan nirxan ve rêka xwe destnîşan dikin. Kesên têgihîştî û pêgihîştî ne ku li tecribeyên xwe fêr dibin û ne bi serkevtina li xwe bayî dibin û ne jî bi têkşikestina xwe winda dikin. Ew xwediyê xevn û xeyalê xwe ne bo rêkxistên û şiyana wê yekê hene ku wan xevnan bikin dûredîmen û xelkê di wan dûredîmenan de bikin şirîk. Ew di warê rêtorîk de (hunera axaftinê de) kesên zîrek in û dikarin formolên stratejîk yên baş çêbikin û îlhamê bide hevalên xwe (endamên rêkxistina xwe) bo ku baştir erkên xwe bicî bînin. Rêberên karîzmatîk xwediyê peyvendiyên pan û berbilavê civakî ne û daxwaz û kêmasiyên xelkê wan re çareser dikin. Ew her wisa hez dikin li hindek deman de rîskên mezin bikin.

Lê di navbera rêberên karîzmatîk yên xwedî exlaq û yê bê-exlaq de ferq û cudahî heye. Rêberên xwedî exlaq xwediyê sîngek wekirî ne û rexne, gilî û gazindan bi rûyek wekirî qebûl dikin. Ew yek hevkarên wan han dide ku bikaribin bi şêweyek wekirî ramanên xwe bînin ziman. Ew li barê birêveberiyê ve jî destê hevalên xwe vekirî dihên ku ew yek bibe sedemê perwerdebûna hevalên wan. Rêberên karîzmatîk yên xwedî exlaq, qazanc û berjevendiyê giştî li serveyî qazanc û berjevendiyê xwe û rêkxistina xwe didanên.

Lê rêberên karîzmatîk yên bêexlaq berevajî wê yekê tev digerin û hemû tiştekê bo qazanc û berjevendiya xwe dixwazin.

Dr. Qasimlo ku di malbatake dewlemend de hatibû dinê, ew yeka garantiyek bû bo kesayetiya wî. Ew her wisa kesek jîr û zana bû. Zor kes ku wî nêzîkve nas dikin şehadetiyê wê hindê re didin ku Qasimlo wek rêber, diplomat, mamostayê zanko ê, şareza di zanîna çendîn zimanan de, siyasetvan, pisporê aborîyê, dîrokzan û kesek xwedîyê çand û kultûrek bilind, aşiqê xwendin û xweperwerdekirinê, kesek hûrbîn, xwedî şîyan, aktîv, cesûr û ehlê rîskkirinê, rewşenbîr, azadîxwaz, mêrê gotûbêjê, xwedî tolerans, rexnewergir, dijberê tundûtûjiyê û terrorîzmê bû. Rojnamewanê fransî, “Krîs Koçêra”, wî bi ensklopeydaya zindî binav dike.

Zor kes li ser wê baverê ne ku PDKÎ di bin rêberiya Dr. Qasimlo de karî bi şêveyek xeyalî mezin û berfireh bibe û di nava xelkê kurd de bibe partiyek xweştevî. Hindek kes jî li ser wê baverê ne ku dr. Qasimlo û PDKÎ ê dualiyane alîkariya hevûdu kirine ku herdu jî bibin xweştevî. PDKÎ ê di kesayetî, pisporî, zanist û tecribeyên dr. Qasimlo mifah wergirtin û dr. Qasimlo jî kartêkerî, krêdî, hêz û navdariya PDKÎ ê bikar anî. Ew di bin sîbera PDKÎ ê de li meydana xebata azadîxwaziya Kurdistanê de bû rêberek xwedî rêz û di cem dost û heval û hevçeperên xwe jî bû kesek ciyê baverê. PDKÎ jî bi lêzanîna dr. Qasimlo bû partiyek xwedî bername, bi prestîj û xwedî prensîp û serxwebûna xwe ya siyasî.

Dema ku dr. Qasimlo rêberiya PDKÎê girte dest, ew partî li hemû aliyekê ve partiyek lavaz û jihev belav bû. Dr. Qasimlo wek xilaskerek li aliyê hevalên partiyê ve jê daxwaz hate kirin ku bê û rêberiya wê hizbê bigre sukra xwe û kar û xebata wê partiyê bo bidestve anîna 3 armancên demokrasî, mafê çarenivîsa neteweyî û dadperweriya civakî arastekir. Lê mezinahî û şiyanên dr. Qasimlo li nava PDKÎ ê û civaka Kurdsiatnê de, piştî serkevtina şoreşa gelên bindestê Îranê bi dijî rejîma Pehlevî û şerê rêja Xumeynî bi dijî kurdan, derket. Dr. Qasimlo karî di wê xebatê de bi dijî rejîma Xumeynî, bandorek mezin li ser xelkê Kurdistanê hebe û bi hezaran pêşmerge û hêzên bergiriya neteweyî bi ilhamwergirtin li gotin, slogan û şîretên wî, bo armancên gelê kurd fedakariyê bikin û hember hêzên dagirker yê Îranê berxwe bidin.

Dr. Qasimlo kesek xwedî şiyan bû bo axaftinê û di dema axaftinê de dikarî bala guhdaran bikşîne aliyê xwe û kartêkeriyê li ser wan çêbike. Ew helwêst û axaftinên wî ku heya îro mane, rastiya wê hindê bio zelalî derdixin.

Li hemûyê wana girîngtir ewaye ku dr. Qasimlo xwediyê zaf nirx û prensîpên neguher bû. Ewî baveriyek kûr bi dengê xelkê (demokrasiyê), wekheviyê, mafê meriv, mafê çarenivîsa neteweyan, prensîpên girêdayî bi şerê rewa û zaf nirx û prensîpên din yên giranbuha hebû.

Dr. Qasimlo kesek bû ku li pêgihîştandin û têgihîştandina heval û hevçeperên xwe de zehmet zêde kişand. Ew kesek xwedî tolerans bû hem di hember hevalên xwe û hem jî sazî û rêkxistinên din yên siyasî û ne-hevbaver. Ewî digot « her kes ku dostê me ne be, dijminê me nine. Her aliyek heta wê demê ku dest neavêtiye çekê û bi dijî me şerê çekdarî nekiriye, em tehemula wan dikin”.

Dr. Qasimlo di xebata xwe ya siyasî de, rêberek ehlê rîskkirinê bû.

 

Lê mixabin ew xisleta li daviyê de bi qîmeta canê wî xilas bû.

Qasimlo tenê intelektuelek nebû, xêncî hindê, ew kesek aktîv û pragmatist bû. Ewî têgihîştinek kûr di plan û birêveçûna wan planên xwe hebû. Her wek «Mark Krawêtz» rojnamevanê fransî dibêje: « Qasimlo baverî bi hizr û ramanê xwe hebû, ew zêdetir kesek pragmatîst bû di meydana bicîanîna baveriyên xwe. Ewî bi hêsanî û zor bi başî karî tundûtûjiyên xebatek çekdarî bi şik û gumana xwe ya akademîk re têkel bike».

Bi kurtî dikarim bêjim ku Qasimlo rêberek karîzmatîk û xwedî exlaq bû. Mixabin li gotarek hanekî kurd de, meriv nikare di aliyê teorîk û zanyarîve hin zêdetir li ser wê yekê bisekine û şirove bike.

3. Qasimlo û bîr û hizrên wî pirsên: Dêmokrasî, mafê neteweyî, dadperweriya civakî

Demokrasî: Doktor Qasimlo xirabtirîn demokrasî li baştirîn dîktatoriyetê bi baştir dizanî. Ewî di hemû ple û meydanên jîyana merivan de baverî bi demokrasiyê hebû: Di civakê de, hundirê partiya xwe de, di peyvendiya navbera partiyên siyasî de û heta digihîje take kesan. Hesenzade dibêje: “Ewî baveriyek kûk bi demokrasiyê hebû û cehd dikir ku demokrasiyê di civakê û di hundirê partiya xwe de peya bike û eger semxatirê wê hindê jî zirarek bigihîşta partiya wî, digot ku ewa nirxa demokrasiyê e û eger kesek demokrasiyê bixwaze, dive nirxa wê jî bide”. Ewî her wisa ced dikir ku kadr û endamên partiya xwe jî bi kesayetiya demokratîk perwerde bike. Ewî ew prensîp û zagonên pêdvî bo perwerdeya endamên partiya xwe, di tabelekê di bi nave “Sîmaya democrat” nivîsandibûn heya ku endamên wê partiyê bikaribin li gor wan prensîpan temrîn bikin û kesayetiya xwe ya demokratîk baştir bikin. “Nûrî Dêhkurdî” dibêje ku “ Qasimlo zaf tişt fêrî endamên partiya xwe kirin. Lê binirxtirînê wan demokrasiya hundirîna partiyê û dûrbînî û realîzma siyasî bû”. Li xwe ra nebû ku endamên partiya wî ew bi “mamostayê demokrasiyê” navdêr kiribûn.

Mafê neteweyî: dr. Qasimlo kurd bi yek netewe û Kurdistan jî bi yek welat dizanî. Ewî serxwebûn bi mafê kurdan dizanî û li ser wê baverê bû ku “eger rojekê kurd di hemû perçeyan yek bigrin û welatek serbixwe çê bikin, ewa perçekirina çi welatekê nine; belku ewa yekgirtina neteweyekê e ku berevajî îradeya xwe hatiye perçekirin”. Dr. Qasimlo eger bas li autonomiyê dikir bo Rojhelatê Kurdistanê, ew li ber hindê bû ku dixwest wê yekê wek yekimîn pêngav bo gihîştin bi serxwebûnê mifahê jê werbigre. Ewî ew yeka bi siyaset anku “hunera mumkin” navdêr kiriye. Yanî “meriv tiştekê werdigre, paşê xebat dike bo tiştek din û pêgavek din diçe pêş”.

Dadperweriya civakî: Doktor Qasimlo ku her tim li dijî kedmêjî ê (istismar)a merivan bi destê merivan bûye, sosiyalîzma demokratîk wek armanca pêşeroja partiya xwe diyarî kiribû ku di kongireya 6an ya partiyê de di sala 1983an de hate pejirandin. Sosiyalîzma demokratîk ku rêkareke bo dadperwerî di civakek dêmokratîk de, zor nêzîke li ramanê fîlsofê emrîkî “John Rawls”. Lê cudahî wê derê deye ku ewî dadperwerî bo civakek lîbral dixwest, lê dr. Qasimlo bo civakek sosiyalîstî. Lê ew sosyalîzma ku dr. Qasimlo dixwest jî li tevî ew sosyalîzma welatên Evropa a rojhelatî ferqa wê hebû. Dr. Qasimlo digot ku “ me sosyalîzmek dive ku tevî rewşa welatê me were”. Her wisa, ewî sosyalîzm bê demokrasî nedixwest.

4. Encam.

Dr. Qasimlo, nêzîk 44 salan di xebata azadixwaziya gelê kurd de pişikdar bû û li daviyê de li ser maseya gotûbêjê, ji aliyê dewleta Tehranê (komara Îslamî a Îranê)ve hate şehîdkirin. Ew wek rêberek karîzmatîk û xwedî exlaq, bandorek mezin li ser xebata neteweya xwe bo azadî û mafê neteweyî hebûye û heya îro rojê jî ew kartêkerî dom dike. Ew kesek demokrat û xwediyê kesayetiyek bihêz û pirraliyane bû. 13ê tîrmeha 2020an 31 sal li ser şehîdbûna wî re derbaz dibe. Em wî bi bilindî bi bîr tînin û li ser rêbaza wî bo gihîştin bi armancên neteweyî berdewamin.




Qasimlo: rêberek demokrat û karîzmatîke neteweyî- Jiyannama Dr. Qasimlo bi kurtasî: Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on يوليو 20, 2021 Rating: 5   Qasimlo: rêberek demokrat û karîzmatîke neteweyî-  Jiyannama Dr. Qasimlo bi kurtasî: Elî Munezemî                                   ...

ليست هناك تعليقات: