Faris Osman- Peymana Lozanê-Pênûsa Azad Hijmara 10an2022m - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûrîya

728x90 AdSpace

الثلاثاء، 15 مارس 2022

Faris Osman- Peymana Lozanê-Pênûsa Azad Hijmara 10an2022m

Faris Osman-Peymana Lozanê-Pênûsa Azad Hijmara 10an2022m 

Rayedarên Turk ev demek e gelek caran qala Peymana Lozanê û sedsaliya îmzekirina wê dikin, û çapemeniya wê dem bi dem agahdariyên ne rast û xapînok di derbarê wê de diweşîne bi mebesta ku bandorê li raya giştî ya Turk û ta cîhanê bike, wek tê zanîn ku peyman û belgeyên wê li Parîsê hatine bi cîkirin û  (Enstîtuya Lêkolînê ya Misrê),  ew Peyman ji zimanê  Fransî wergerandiye zimanê Erebî, wergerek rast û bê kêmasî di sala 2020 an de.

Peymana Lozanê ji 5 beş û 143 bendan pêk tê: ( Beşê Yekem: Bendên Siyasî, Beşê Duyem: Bendên Darayî, Beşê Sêyem: Bendên Aborî, Beşê Çarem: Mijarên Ragihandin û Tenduristiyê, Beşê Pêncem: Daxwazên Cûrbecûr) û her beşek ji çend xalan pêk tê.

Piştî Şerê Çaldîranê di sala 1514 an de ku Kurdistan tê de cara yekemîn hatiye perçekirin. Peymana Lozanê, yek ji peymanên navneteweyî ku fişarek herî mezin li kurd û Kurdistanê kirye.

Peymana Lozanê encamin diramatîk li herêma rojhilata navîn kir, piştî şerê Cîhanê yê Yekem, Kongirê Aştiyê li Parîsê û Peymana Sêvrê ku tê de serxwebûna Kurdistanê û avakirina dewleteke kurdî bi navê Kurdistanê dihat xwestin.

Kongirê Lozanê:

Di bin navê ( kongirê Karûbarên Rojhilata Navîn ) (Kongirê Lozanê) di 20 ê Çirya Paşîn, sala  1922 an de lidar ket, nêzîkî heşt mehan berdewam  kir, bi navbeynkariya nêza sê mehan ku tê de Îsmet Inono Serokê şanda Turkî bû, û di 24 ê tîrmeha sala 1923 an de hat îmzekirin.

 Armanca kongir danûstandin ji bo peymanek nû bi hukûmeta Enqerê re, be serokatiya Kemal Ataturk yê ku ((bi tundî red dikir ku tu mafên netewî, siyasî  nede kurdan, heta yê mirovatî ku Peymana Sêvrê qebul nedikir.[1]((

Piştî danûstandinên dirêj di navbera Brîtaniya û Fransa de ji aliyekî ve, û hukûmeta nû ya Turkiyê ji alîkî din ve ku tê de nakokî hatin çareserkrin. Brîtaniya û Fransa diyar kirin ku ew amade ne ku lihevhatinê bikin û şert û mercên turkan qebûl bikin ku  (( nehêlin  şandek Kurdî di Kongir de beşdar bibe  û  pirsgirêka Kurd û Kurdistan  neyê guftûgokirin ))[2].

Brîtaniya û Fransa amade bûn ku dev ji hin Berjewendiyên xwe di Turkiyê de berdin, ji tirsa ku ew bikeve himbêza Yekîtiya Sovyetê de, ev yek gefê li berjewendiyên wan ên li herêmê dixwe, ji ber vê yekê hin şertên turkî pejirandin.

Bi vî awayî, cihê turkiyê li herêmê û li qada navneteweyî bihêztir bû, gava  hukûmeta Enqerê bihêztir bû, hukumdariya (Sultaniyetê) bi şûn de kirin, paytext ji Stenbolê veguhestin Enqerê, ( xîlafet ) rakirin û komara Turkiyê diyar kirin di sala 1923 an de.

Ne hiştin ku pirsgirêka Kurd li Lozanê derkeve, paşguh kirin , nemaze Brîtaniya û Fransa, çarenûsa gelê Kurd û sozên wan ên ji bo damezrandina dewletek Kurdî hatin jibîrkirin, navê Kurd û Kurdistanê ji aliyê her kesî ve ji bo bazarkirinê hat bikaranîn, ji bo ku berjewendiyên xwe bi dest bixin.

Bi saya wê, Peymana Sêvrê hat rakirin, şert û mercên herêma Anadoliyê û beşê turkî yê li Ewropayê hatin bicihkirin û lihevkirinek li ser awayê dana deynên Ewropî, û mekanîzmên derbasbûnê di tengavên Turkiyê de pêk hatin.

Di gel hin mafên ku di hin bendên peymanê de hatine ku dikarin bi gelek wateyan bêne şîrovekirin, wek:

Bendê: 38 an

Huk[meta Turk berpirsiyarî digire ku neşteciyên xwe bi tevahî (jiyan û azadiya wan( biparêze, Turkiyê ti cudahî di navbera : Netewe, ziman, nijad an ol de nake.

bendê: 39 an

Di civînên taybet, bazirganî, ol, çapemenî an weşandin de nabe ku qedexe li ber zimanan bê danîn .

Tevî hebûna zimanê fermî, divê ji bo hemwelatiyên turk ên ku ji bilî turkî bi zimanên din daxivin, ji bo ku li ber dadgehan zimanê xwe bi devkî bikar bînin.

bendê:42 an

Bi hemî awayî mafên ku li gorî bendên vê beşê di derbarê hindikiyên ne-misilman ên di Turkiyê de têne dayîn.

Ewê bi hemî awayî ji hindikiya Misilmanan a li xaka xwe were dayîn [3].

Di 24 ê Tîrmeha sala 1923 an de, rûpela Sêvrê hate tewandin û di nav 143 bendên "Peymana Lozanê" de ku hat îmzekirin, nav û mafên Kurdan nehat rakirin.

Peymana Sêvrê (ku danpêdanek navnetewî bi serxwebûna Kurdistanê tê de hat) hat rûxandin wek cêrê (xezef) ku li Sêvrê dihatin çêkirin.

Encam:

Welatên mezin li berjewendiyên xwe digerin, bêyî ku bala xwe bidin nirxên exlaqî, an çarenûsa gelan  Di cîhana siyasetê de, tenê berjewendî û hêz hene.

Welatên ku Kurdistanê parçe kirine, tevî ku cudahiyên wan hebin, ew ciyawaziyê didin aliyekî û dibin yek dijî Kurdan, û hevdîtinên sê alî di dema şerê Kendavê de di navbera Turkiyê, Iran û Sûriyê de, ku niha bûye çar alî bi tevlêbûna Iraqê re. li ber cavan e.

Encama herî girîng a vê gotarê ew e ku tevgera siyasî ya kurd li hemû beşên Kurdistanê, bi hevkariya rewşenbîrên Kurd re, nirxandinek rast ji hemî serpêhatiyên kurdî re bikin, û li ser têkçûn û armanca wan rawestin, her wiha sûdê ji wan bigirin.

Jêder

1-      ( Cafer ), Dr. Mecîd, Kurdistan Turkey. Ç 1, 1990.

2-        ( Şêrko) Dr. Bi c, pirsgirêka Kurd. Dar al katib. Beyrut, Ç 1, 1986 .

3 -     )Refîq ) Adil, nivîsa tevayî ya Peymana Lozanê 1923, wegera Enîstutya Mesrî, 2020 .

4-        ) Lazaref ), M, S, Pirsa Kurd 1917-1923 z. werger: Ebdî Hecî, Dar El-Farabî, Ç 1, 2013.



[1] - (Cafer), Dr. Mecîd, Kurdistan, Turkey. r 285.

[2] - (Lazaref), M, S, Pirsa Kurd 1917-1923 z. r 472.

[3]  - (Refîq) Adil, nivîsa tevayî ya Peymana Lozanê 1923, r  17 û 18. 



Faris Osman- Peymana Lozanê-Pênûsa Azad Hijmara 10an2022m Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on مارس 15, 2022 Rating: 5 Faris Osman-Peymana Lozanê-Pênûsa Azad Hijmara 10an2022m   Rayedarên Turk ev demek e gelek caran qala Peymana Lozanê û sedsaliya îmzekirin...

ليست هناك تعليقات: