Newroz kevintirîn hilkefta mirovahî di Zagirosê de ye - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûrîya

728x90 AdSpace

الجمعة، 18 مارس 2022

Newroz kevintirîn hilkefta mirovahî di Zagirosê de ye

Newroz kevintirîn hilkefta mirovahî di Zagirosê de ye

 


N: Keyhan Mihemedînijad

Min di vê gotarê de hewil daye bi awayek berfireh li ser gelek mijaran lêkolînê bikim û bi çendîn lêkoleran re hevpeyvînê bikim û di vir de bi rohnî behs bikim. Lê divê em destpêkê li ser vê yekê behs bikin ku Newroz çî ye û li kuderê ve hatiye?

Newroz kevintirîn, mezintirîn û girîngtirîn cejna tev mirovayetiyê di Rojhilata Navîn de e û ev cejne jî, her ji destpêkê ve li Kurdistanê serî hildaye û belavê cîhanê bûye.

Hilkeftek ku bo gelê Kurd gelek girîng e ku her sal li demsala Buharê, dema ku befr dihele û gul derdikevin û hêvî di dilê mirovan de geş dibe tê cejinkirin û yek ji girîngtirîn hilkeftên dîrokî tê hesibandin.

Ev hilkefta jî cejna Newrozê ye. Newroz hevwateya vejîn û roja nû ye û gelê Kurd hemû salê li 1`ê meha Kurdî wate yekem roja Buharê wek nûbûna surûştê cejna Newrozê bi rê ve dibe.

Tê zanîn ku di demên berê de Newrozê kultûrek mezin hebûye ku ev jî hemû hilkeftek girîng li xwe girtiye û her hilkeftek girîng hebaya di roja Newrozê de dihate birêvebirin.

Lê ev hilkefte bo gelê Kurd gelek girîng e çimkî dîrokek dûrûdirêj heye û gelek dîroknivîs dibêjin desthilatdariya “Mad” a gelê Kurd gelek pêş dîroka Zayînî de û di yekem roja meha yekem a Buharê de axa Kurdistanê di bin desthilata Asûriyan de rizgar kiriye û cejin girtine û jê re gotine nûroj an jî rojek nû. Hin dîroknivîs û lêkoler dîroka vê hilkeftê vedigerînine li ser 4 hezar sal berî niha.

Min di hevpeyvînekê de ji Lêkoler û Nivîser “Zeynelabidîn Zinar” û Lêkoler û Şarezayê warê Dîrokê “Hadî Ezîzî” pirsî dîroka Newrozê vedigere bo çi serdemekî?

Di bersivê de “Ziynelabidîn Zinar” daye zanîn: “Dema ku em behsa 21`ê Adarê dikin, xelk dibêje cejna Newrozê ye, ev ne cejna Newrozê ye û ev cejna rizgarkirina netewa Kurd e; Dema ku împaratoriya Madan axa xwe di bin destê împaratoriya Asûriyan de rizgar kiriye, vê demê gotine me rojek nû bi dest xist, yanî roja azadiyê. Îcar li her derê agir pêxistine û bi xelkê xwe dane zanîn ku em di bin destê împaratoriya Asûriya de rizgar bûn. Dîroka vê yekê vedigere li ser sedala 6an a pêş Zayînê.”

Her li ser vê mijarê “Hadî Ezîzî” jî got: “Mirov dikare bi du beşan de behsa dîroka Newrozê bike ku ya yekem, Newroz zêde bi nûbûna surûştê tê nasîn û rîşeya wê vedigere li ser olên wek Mîtra, Êzidî û Yarisan, û mirov dikare di beşa duyem de wiha behsa vê bike ku ev jî, li sal 612`ê a pêş Zayînê de Kurd bo cara yekê desthilatek bihêz ava dike û Asûriyan rastî şikesê tîne ku rêkevta serkevtina Madan rast dikeve yekem roja Buharê de.”

Min li ser vê mijara girîng û dîroka vê hilkefta kevnar a gelê Kurd digel mamoste “Mewlûd Îbrahîm” Mamosteyê Zanîngeha Selahedîn a Hewlêrê hevpeyvînek kir û nerîna navbirî li ser dîroka Newrozê cuda ye û ev dibêje dîroka Newrozê vedigere li ser 12 hezar sal berî niha û navbirî vê cejnê vedigerîne li ser zîndîbûna “Demozî” yê Xwediyê Someriyan.

Navbirî dibêje: Newrozê dîrokek kevn heye û gelek kesê behsa Newrozê kirine û her yekê rêkevtek bo vê hilkeftê dîyarî kirine, lê çimkî Newroz bixwe kevn e, tevlî hemû ev dîrokên piştî xwe bûye; Di rastî de Newroz li sersala “Somerî” ku dike roja zîndîbûna “Demozî” û pêka ola Someriyanî roja yekem a Buharê ye ku heman ev roja yekem a Buhara Someriyan dike roja yekem a sala Kurdî, û dibe roja yekem a meha Newrozê; Lê dem û rêkevta vê vedigere li ser vê yekê; piştî vê ku Demozî li 1`ê meha 7 diçe bin erdê û li 1`ê meha yekem a sala nû zîndî dibe, û ev zîndîbûne dibe cejnek mezin û ev cejne, cejnek surûştî, olî, felekî, werzêrî û kultûrî bûye û cejna mezin a Someriyan bûye; Ev hilkefta jî li serdemê serhildana çandiniyê de bûye. Hemû lêkor vê hilkeftê wate cejna Newrozê dizavirînine bo ser 10 hezar sal berî Zayîn de ku dike 12 hezar sal berî niha”.

Newroz û ola Mîtra

Gelek dîrokzan jî, li ser vê bawerê ne ku Newroz ji ola mîtra ve bo gelê Kurd maye. Lê her wek lêkoler Zeynelabidîn Zinar û Hadî Ezîzî dibêjin, ev hilkefte ti pêwendiyek bi ola Mîtra ve nîne û tenê ji nûbûna surûştê ve hatiye û pêwendî bi ti olekê ve nîne, lê tev olan jî di Kurdistanê de ev hilkefta kevnar ya Kurdewarî parastine.

Di vê derheqê de min ji “Hadî Ezîzî” pirsî gelo Newroz ji ola Mîtra ve hatiye ku oleke kevnar a Kurdî ye? Navbirî wiha dibêje: “Her wek piraniya hilkeftên wek Çileya Havîn, Çileya Zivistan, cejna Xerman, cejna çandin û dirûnê ku kevntirîn hilkeftên Kurdî ne, Newroz jî wek wan hilkeftan gelek kevnar e û mirov dikare bêje ku ev hilkefte jî wek hilkeftên kevnar ên Kurdewarî di serdema Mîtra de girîngî pê hatibe dan, lê di rastî de ji surûştê ve hatiye û ji ola Mîtra ve nehatiye”.

Lêkoler û Nivîser “Zeynelabidîn Zinar” jî dibêje: “Têkiliya Newrozê bi ti ola ve tineye, ol tiştek cuda ye û pîrozkirina Newrozê jî tiştekî cuda ye, û ti têkliya vê hilkeftê û ola Mîtrayê bi hevdu re tineye”.

Zuhak û Kaweyê Hesinkut

Dîroka gelê Kurd bi sedema nebûna desthilatek serbixwe yan jî şewitandina tev belgên dîrokî yên kevnar ên Kurdan ji aliyê dagîrgerên Kurdistanê ve gelek bi çewtî ji aliyê dagîrkerên Kurdistanê ve hatiye nivîsandin û yek ji wan jî, çîrok an jî biserhatiya Zuhak û Kaweyê Hesinkut e. Ev çîroka ji aliyê dujminên Kurdan ve bi şaşî hatiye nivîsîn û şibhandine bi cejina Newrozê, lê nivîser û dîroknivîsên Kurd dibêjin ti pêwendiyek wan herdukan bi Newrozê ve nîne û Newroz bixwe kevn e û digel dîrokê hatiye û tevlî hemû bûyerên dîrokê jî bûye.

Min dîsan ev pirsiyare axo çîrok an jî biserhatiya "Zuhak û Kaweyê Hesinkut" pêwendiya wan digel Newrozê heye? li lêkoleran kir û di berdewamiyê de Zeynelabidîn Zinar wiha bersiv da:

“Zenyenabidîn Zinra”: “Di dîroka Kurdan de gelek tişên şaş hatine nivîsandin û bi Kurdan dane qebûlkirin, yek ji wan jî, çîroka Zuhak û Kaweyê Hesinger e. Dibêjin Zuhak qiraleke Ereban bûye; Bila di destpêkê de ez wiha bêjim, di rastî de Ereb bixwe koçer in û ji Afrîqayê ve hatine vê axa ku em jê re dibêjin Erebistan û li gund û bajaran de belav bûne û ti desthilatiyek wan ku qiralek wan çê bibe tine bûye. Lê dibe ku şexsek bi navê Zuhak li deverê derkevtibe û kesek zilmker bibe û kesek jî bi navê Kawe derkevtibe û ev kuştibe û ev yeka tişek gelek normal e. Lê ti elaqeya Newrozê ne bi Zuhak ne jî bi Kawe re tine ye. Meseleya Zuhak wiha hatiye û dibêjin ew kesek zalim bûye û du mar li ser milê wî hebûne û xwarina wan maran jî mêjiyê xortên Kurdan bûye û piştre ev xortên ku serê wan jê nekirine şandine aliyê çiya û piştire ew zêde bûne û wek Kurd û wek milet derkevtine holê! Ev yeka neheqiyek pir mezin e li Kurdan hatiye kirin û ev yeka çewtiyek gelek mezin e li dijî Kurdan tê gotin û ji bona ku Kurdan biçûk bikin û wan miletek bê bingeh û bê esas bidine nîşandanê û çîrokên wiha li hevdu anîne û çîrokên wiha gelek hene ku li dijî Kurdan hatine nivîsandin. Di rastî de li nav împaratoriya Medan de ji “valî” yan parêzgar re digotin “Kawe”. Ti elaqeya Kawe û Zuhak û Newoz bi hev re tine ye”.

Mamoste Mewlûd Îbrahîm jî wiha dibêje: “Rêkevta çîroka Zuhak û Kawe dizavire 600 yan 700`ê berî Zayînê, lê Newroz dîroka vê vedigere li ser 12 hezar sal berî niha, lê Newrozê ev şiyane hebûye ku xwe digel hemû bûyerên mezin têkel bike û di demên berê de her bûyerek biqewima rêk dixistin digel roja Newrozê û di vê rojê de cejna hilkeftên xwe digirtin û ti pêwendiyek Zuhak û Kaweyê Hesinkut bi Newrozê re nîne.

Nerîna “Hadî Ezîzî” jî, her wek lêkolerên din e û ev dibêje: “Di dîroka kevn a Kurdewarî de Kawe pêkhatiye ji hêzeke xelk ku şerê desthilata Asûriya kiriye li hember “Aza dihak” ku ev nave ji çendîn navên din yên wek “Dihak, Dehyû, Dehyako, Duhok” tê û hem bi wateya fermanrewayî û hem jî wateya desthilatdarî tên. ku wisa ye Kurd li dijî desthilata Asûriyan derkevtin û serkevtin bi set xistin û ev yeka ji aliyê Farsan ve bi çewt hatiye nivîsîn û ti pêwendiyek wan û Newrozê jî bi hev re nîne.”

Ferdosî û Şahname

Ferdosî helbestvanê Fars ku di sala 994`ê ya Zayînî de şahname dawî pê aniye, li vir de behsa çîroka Zuhak û Kaweyê Hesinkut kiriye û Zuhak bi kesek har û dirinde daye nasîn ku du mar li ser milê wî bûne û xwardimeniya wan maran jî mêjiyê ciwanan bûye û Kaweyê Hesinkut jî Zuhak kuştiye û ew serkevtine di yekem roja Buharê de bûye û bi sedema serkevtin bi ser desthilata Zuhak de cejna Newrozê lidar xistine. Hin dîroknivîsên din jî dibêjin Kawe hilkefta Newrozê bi derfet zaniye û di Newrozê de Zuhak kuştiye. Li ser vê çewtiya dîrokê min ji lêkoler û nivîseran pirsî, pêka şahname, em çiqas şahidê vê yekê ne ku Farsan hewl daye vê hilkefta Kurdî bikin ya xwe?

Zeynelabidîn Zinar dibêje: “Ne tenê Ferdosî nivîsiye çewtî ye, mesela tê bîra min hikûmeta Tirkiyê di salên 70 û 80`î de, bi hezaran xortên Kurdan ku agirê Newrozê bi şev pê xistine, ceza dane wan û heta tê bîra min li bajarê Mîdiyadê lawikek 14 salî bi 14 salan ceza da, temenê wî 14 salî bû ku 14 sal ceza da, îcar a niha Tirkiye behsa Newrozê dike û dibêje ev hilkefte ya me ye; Gelek netewên din jî di Rojhilata Navîn de hene ku dibêjin Newroz ya me ye, îcar eger tiştek bê xwedî be her kes jê xwedî derdikeve. Gotinek Kurdan heye ku dibêje pezek li çolê bimîne Guraxwarî ye, yanî bê xwedî be û şivanê vê tinebin, dibe xwarina gurran. Îcar dema ku Kurd li Newrozê xwdî dernekevin, helbet dê xelkê din jê xwedî derkeve, û meseleya Ferdosî û Farsan jî ev e. Carekê ez vê yekê jî bêjim, jixwe Fars miletek bîhanî ye hatiye vê axa ku îro bi navê Îran tê naskirin, Fars ji Hundistanê hatine û girûpek hejar û belengaz û şeperze bûne û hatine nav Kurdan û pars kirine û Kurdan ji wan re gotine parsek parsek û piştire navê wan bû Pars (Fars) û împeratorî çê kirin û îro di holê de wek dewleta kevnare têne naskirin”.

Mamoste “Mewlûd Îbrahîm” jî wiha dipeyve: “Ger mirov tê Meseleya Zuhak û Kawe ya ku şahnameya Ferdosî behs dike hûr bike, ji dîtingeheke Farsiyan ve Newrozê dibînî û paşayê Kurd dike bi paşayek zalim û naşîrîn û Kawe jî tîne û bi Fars dinasîne, ev yeka rast nîne. Lê her neteweyek mafê wê ye ku bûyereke girîng a dîrokî ku rehendek çîrokî û hemasî hebe, bo xwe bi şêweyê xwe bikar bîne, eva destkariyek dîrokî ye. Hîrodot behsa desthilatdariya “Mad” dike û dibêje, dema ku Koroş hatiye desthilata Madan rastî şikestê aniye, paşayê Madan yek ji kesên baş bûye. Ku wisa ye, ya ku şahname behsa vê yekê dike ku şahê Kurdan bi mêrek zalim û du mar li ser milê wî dide nasandin, direw e û dûr ji rastiyê ye. Di dîrokê de tiştek heye, dema ku di serhildanan de kesek aliyekê bi dijî xwe nas bike, wêneyek naşîrîn lê dirust dike. Bi vî awayî Ferdosî jî wêneyek naşîrîn ji paşayê Kurdan dirust kiriye û behsa zalimya wî dike, mixabin beşek ji Kurdan jî, vê çavkaniyê bikar tînin. Lê ti pêwendiyek wan bi Newrozê ve nebûye”.

“Hadî Ezîzî” jî dibêje: “Ger em bixwazin li destpêkê vê yekê rohn bikin, hizir û dîtingeha hemû takek Kurd li ser Newroz û Kawe, vedigere li ser şahnameya Ferdosî, lê divê em bizanin ku axo şahname û deqên wê ku paşê wek helbest tê de hatine, bingeha wan deqan axo bi mîrat hatine wergirtin yan jî diziyane? Carê wisa heye mirov di dîrokê de mijarek, çarçêveyek an jî hevşêweyek di dîrokê de bi mîrat werdigire, lê wergirtina komek çîrok yan biserhatî li deverek cuda ku cugrafiyaya wê ya Fars nebûye û hatiye wergirtin û paşê kirine Farsî, eva rêk di çarçêveya şahnameyê de tê xuyakirin. Bo dîroka pêş şahname û ev çîrokên ku di şahnameyê de hatine, divê me çend dîtingehek taybet hebe; Herçiqas em bêjin Ferdosî şareza yan neşareza ye, çend şaşiyek kiriye ku ev şaşiyane xwediyê bingeha rastiya dîroka vê yekê ye ku cugrafiyayekê diyarî dike. Bo mînak; Li vir behsa dîcleyê dike. Dicîle axa Kurdistanê ye. Yan jî ev li vir de behsa Zuhak dike, ku dibêje 800 sal temen kiriye! Direw e û tiştek wisa nîne. Bi nerîna min 800 sal behsa jinavçûna fermanrewaya Asûriyan e li ser Rojhilata Navîn de ku zêdetir ji 1000 salê temen kiriye. Ya ku bo me derdikeve ev e ku pêş Ferdosî de jî ev çîrokane di nav axa Kurdistanê de bi şêweya xwe ya rast hatibûne behskirin û ne wek ya Ferdosî. Ku wisa ye çîrok an biserhatiya Kurdan ji Kurdistanê bo devera Ariya yan Hariya ku niha bi Xurasanê tê nasîn hatiye veguhastin. Meseleyek din li ser Zuhak: Peyva mar di nav Kurdan de peyvek pîroz e, wek Xişûk, çîroka Şamaran, mar di ola kevn a Kurdewerî de, li metolojiya keştiya “H. Nûh” de ku li ola Êzidî de maye ku keştiya “H. Nûh” li ser çiyayê Şengalê kun dibe û marek reş xwe dike wê kunê de ku keştî nuqim nebe û heta digihe çiyayê Codî, û eva beşek e ji wan efsaneyan di çîrokên Kurdî de, û ya hemûyan girîngtir peyva mar di zimanê Kurdî û li êtomolojiya zimanê Kurdî û pêka dîrokê ku behsa vê hatiye kirin, û ji mohrên borî yên serdemê Somera kevn heta derbasê serdemê Mîloloyî û Mîtanî û dewleta Manayî û Madî dibe û bo me derdikeve ku mar nîşaneya hêz û desthilat e, û kesekê ku mar nîne û bê mar e nexweş e û desthilat nîne wek “demar, tîmar” û heta mar bo nav beşa pizîşkî jî hatiye veguhastin, wek logoya zanista pizîşkî di îro de bikar tê, çimkî pêk hatiye ji tîmarkirinê. Rîşe û bingeha yên ku hatinî behskirin di nav dîroka Kurd de heye. Îcar ev bo vê ku bên rûmeta mar naşîrîn bikin, tên dibêjin Zuhakek hebû ser milê wî du mar hebûn û mêjiyê wan xwarina ciwanan bû û…hwd. Ev yekane hemû xeyal in û xwestine dîroka neteweyekê ku bixwe desthilat nîne binivîse çewt dikin. Meseleyek din jî eva ye ku tu were çav ji bêkesiya netewa Kurd bike, divê “Ehmedê Şamlû” helbestvanek Fars rabe, bibe dîroknivîs bo neteweya Kurd, û bêje Kaweyê Hesinkut caş e. Her lewma bûyerek navxweyî ya netewa Kurd ti pêwendiyek bi Fars û Rojhilata Navîn re nîne. Di heqîqet de şahname guherinkariyek dîrokî ye piştî kevtina hikûmeta Sasaniyan. Her lewma şahname bi çarçêveya darêtina vê û çîrok, tev helbest û xwedê naverok, heqîqet û matriyala naveroka vê ti pêwendiyek bi dîroka Fars re nîne, çimkî 130 sal berî wî “Ebû Henîfeyê Dînewerî” di “Exbar û Tewal” de li ser Kurdistanê behs kiriye. Ku wisa ye şahnameya Ferdosî bi tevahî çewtiya dîrokê ye.”

Girîngiya Newrozê di nav folklora Kurdî de

Tevî vê ku Kurdistan ji aliyê welatên koloniyalîstî ve hatiye dagîrkirin û tevahiya hewla wan welatên dagîrker asmîle û helandina gelê Kurd e, lê bi kêfxweşî ve wêjeya devkî ya gelê Kurd nehatiye helandin û her wêjeya devkî ya gelê Kurd e ku gelek girîngî bi hemû hilkeftên girîng ên wê netewê daye û di nav wêjeya devkî ya Kurdan de gelek behsa Newrozê hatiye kirin û gelek helbestvanan ev hilkefte anîne ser ziman, tevî wêjeya devkî di nav wêjeya nivîskî de jî hatiye û mînaka vê yekê çîroka mem û zîn a Ehmedê Xanî ye.

Li ser vê mijarê jî, min ji hin Lêkoleran pirsî, di wêjeya devkî û folklorî ya Kurdî de çiqas girîngî bi Newrozê hatiye dan û bas kirine?

“Ziyenelabidîn Zinar” bersiva pirsa min wiha anî ziman: “Îro em dirênin di gelek helbestên Kurdiya Kurmancî de behsa Newrozê hatiye kirin, û piranî li ser meselên eşqê hatine, mesela evîndar ji keçika ku jê hez dike û bang dike  û dibêje, “îro cejn û sersala Newrozê ye, were em kêf bikin wiha û Newroza te pîroz e”. Lê belê di wêjeya devkî de Kurdan zêde zêde girîngî dane Newrozê û cejna vê hilkeftê. Di helbestê Ehmedê Xanî de jî behsa Newrozê hatiye kirin.”

“Mewlûd Îbrahîm” jî wiha dibêje: “Baba Tahîr Ûriyan di helbestên xwe de behsa Newrozê kiriye û wî di helbestek xwe de gotiye, rojî geyştinî min bi yar, wek şevî newroz xoş û pîroz e. Piştî navbirî eger mirov tê mêze dike Melayê Cizîrî jî behsa Newrozê kiriye, lê yê ku di nav helbestên xwe de gelek girîngî bi Newrozê daye, Ehmedê Xanî ye, ku navbirî di Mem û Zîn de dibêje ku hemû xelk di roja Newrozê de diçine derê û Mem û Zîn yektir dibînin û gelek mijarên din aniye ziman. Mixabin me heta niha bi vî awayê ku Ehmedê Xanî di Mem û Zînê de behsa Newrozê kiriye, girîngî pê nedaye û me tenê evîna vê behs kiriye. Divê em bên Newrozê ji dîtingeha Ehmedê Xanî ve mêze bikin û girîngiyê pê bidin.”

Bandora Newrozê li ser piroseya netewesazî

Ev hilkefte nasnameya gelê Kurd e, Newroz yek ji hilkeftên bingehîn a xebat û şoreş û nasnameya gelê Kurd e. Di nav birêveçûna cejna Newrozê de gelek nîşaneyên netewa Kurd têne parastin û gelê Kurd bi awayek folklorî vê hilkeftê lidar dixe. Her lewma yek ji hilkeftên kevnar ku wek şaristaniyetekê hate nav gelan de Newroz e û eva jî pênaseya gelê Kurd û yekemîn neteweya xwedan şaristaniyet dide nîşan.

Ez li ser pirsiyarên xwe berdewam bûm û min di derfetek din de ev pirsiyare ji lêkoleran kir. Birêvebirina Newrozê û parastina vê hilkefta netewî, çiqas li ser nasnameya Kurdî bi bandor e?

Lêkoler û Nivîser “Ziynelabidîn Zinar” li ser vê yekê wiha dibêje: “Eger ez û tu û yên din li vê hilkeftê xwedî derkevin bi bandora vê eva ye, bo mînak bandorê li ser zarokan û ciwanan û dadinê, û ger em jê xwedî dernekevin ev jî vê yekê nizanin. Mesela Kurdên me îro rojê li welatên Ewropayê nêzî du milyon zêdetir in, û piraniya wan jî kesên zana û xwendevan in, lê dema ku ev Newrozê pîroz dikin, diçine salonan û vê yekê pîroz dikin, ez daxwazê ji siyaset, komele û xelkê me dikim ku çûna salonan li nav xwe de derxînin û li derveyê salonan û bi hev re û bi nîşaneyên me yên Kurdî vê hilkeftê cejin bigirin.”

Mamosteyê Zanîngeha Selahedîn a Hewlêrê, “Mewlûd Îbrahîm” jî, wiha li ser vê pirsiyarê diçe: “Madem bi dîrokê re hatiye selmandin ku Newroz kevn e û ya Kurdewarî ye û di Kurdistanê de serî hilda ye, û ev cihê ku Demozî 6 mehan diçe bin erdê û paşê tê de zîndî dibe, ev bajarê kevnar ê “Derînkuyê” yê Bakurê Kurdistanê ye ku bajarek bin erdî ye ku 8 qat di bin erdê de ye ku eva rêk digel çîroka çûna bin erdê ya Demoz û Eştar digunce, ku wisa ye em dikarin ev cihê kevnar ku bi tevahî digel çîroka Demoz tê guncandin, bikin bi cihek girîng a Newrozî û ji Şareder ve dest pê bikin heta ku digihîje bajarê Hewlêrê û li vir heta Bêstansor. Çimkî ev cihwarane bi tevahî rehendeke dîrokî hene û em dikarin bikin bi xalek girînk a cihwarî û cihê birêveçûna Newrozê ku xelk ber bi wan deran ve bên û eva hem di warê netewî û hem jî aboriya Kurdistanê bi bandor e.”

“Hadî Ezîzî” jî li ser vê mijarê wiha dibêje: “Nasnameya Kurdî bo vê ku bixwaze bi başî xwe şirove bike, bo vê ku bixwaze xwe li astê dirindeyan û dagîrkeran û yên ku Kurdistan dagîr kirine xwe wek hebûna rastiya Kurdbûn îsbat bike, tev ev pîroziyên ku şiroveya vê nasnamê dikin, divê hemû bi şêwazek gelek ciwan û karlêkerî û berfireh şirove bo bê kirin û kar li ser bê kirin û di dema xwe pîroz bê ragirtin, û Newroz yek ji wan nasnameyan e.”

Newroza kevn û ya serdema nû

Newroza kevn û ya serdema nû heta astekê guherinkarî bi ser de nehatiye û mirov dikare bêje ku bi xweşî ve gelê Kurd ev hilkefta kevnar û dêrîn parastiye û nehêlaye guherinkariyek wisa bi ser de bê û herçiqas pêşkevtina teknolojiya jî, nekariye bandorek wisa li ser wê hilkeftê hebe û berevajî bo nasandina wê hilkefta Kurdî bi raya giştî re gelek bi bandor bûye.

Min hewl da ez li ser vê guherinkariyê jî, digel lêkoler û nivîsern bipeyvim û min ji wan pirsî; Newroza niha û ya kevn a Kurdewarî çi cudahiyek van bi hev re heye? Axo guherinkariyek wisa li ser xwedî navê vê an jî hilkefta vê de hatiye?

Mewlûd Îbrahîm: “Teb`en Newroz bi vê dîroka dûr û dirêj hin guherinkarî bi ser de hatine, lê çend tiştek vê nehatiye guherîn. Yekem: Rêkevta vê ye an ku roja birêveçûna Newrozê nehatiye guherîn, û her ev roje ye ku 12 hezar sal berî niha hebûye. Duyem: Agir ku di Newerozê de hebûye, her heye û heta niha jî berdewam e. Sêyem: Meşa şahiya Newrozê heye û her wek xwe maye. Lê hin tişt diguherin, bo mînak navê Newrozê li dema Someriyan “Zegmek” bû, lê gelek navê din danîne ser. Bo mînak Zegmek bûye û di dema Sasaniyan de jê re gotine “Nûkroj” yanî roja nû û bi sedema vê ku berfireh bûye û ji sînorê Kurdistanê çûye derê bo welatên wek Çîn, Misir, Hind û gelek cihên din ên diniyayê de belav bûye, her yek ji wan welatan navekê bixwe li ser dadinê. Lê di niha de Newroz bo Kurd bûye remzeke netewî, eva Kurd e li tev cîhan de bo agirê Newrozê qurbanbî daye, ku ti miletek din ev yeka nekiriye. Eva Kurd e ku bi xwîn Newroz parastiye û heta îro rojê aniye. Lewma ev Newroza ku naha tê lidarxistin, bingehên vê yên sereke nehatine guherîn, lê ev aliyê netewî û şoreşgerî ku Newroz wek hemaseyek nû dide bi me, çimkî ya ku Kurdan dora hev kom dike Newroz e.”

Nerîna “Ziynelabidîn Zinar” jî wiha ye: “Cudatiyek pir mezin di navbera Newroza kevn û ya niha de heye. Di newroza kevn de netewa Kurd li 21`ê Adarê hemû derdikevtine derve û çolê, nav mêrgan, li ser çiyayan û baniyan û kêf û şahî dikirin û Kurd bi cilên Kurdî derdikevtin û kêf û seyran dikirn. Lê mixabin niha Newroz kevtiye rewşek wisa ku êdî li salonan pîroz dikin û eva jî, neheqiyek pir mezin e ku li Newrozê tê kirin.”

Pêwendiya di navbera Newroz û Çarşemesor

P: Gelo ti pêwendiyek di navbera Newroz û Çarşemsor de heye?

B: Hadî Ezîzî: Çerşemesor di nav ola Êzidî de di meha Gulanê de tê birêvebirin. Ev meha li cem wan pîroz e û jin û jinxwazî nakin, surûştê têk nadin û dibêjin ciwantirîn boka salê ev e û surûşt cardin hemû ser ji nû ve tê derê. Her lewema di navbera Çarşemesora Êzdiyan û Çarşemesoriya ku di dawiya Zivistanê li cem Kurdên Rojhilatê tê girtin cudahiyek gelek zêde heye. Çima min ya ola Êzidiyan pê baştir e, çimkî ola Êzidî wek beşek ji dîroka Kurd, olek e şiroveyê ji surûş û matriyala Kurdistanê dike, wek Yarisan, wek rîşeya ola Mîtrayî, ev bilî vê ku ola van neyê helandin, li hember vê yekê gardek berevanî bo xwe çê kirine. Di nav xwedê naveroka ola van de jî, komek xal û rêbaz parastine ku tev pêwendîdar in bi axa kevnar a Kurdistanê re. Bi vî awayî hekî demjimêrek jî, di navbera wan du hilkeftan de hebe, eva rêkevtek dîrokî ye û ti pêwendiyek wan herukan bi hev re nîne.”

Ziyenelabidîn Zinar jî wiha dibêje: “Wan her du hilkeftan ti têkiliyan van bi evdu re tineye, Çarşemasor li gor tarîxa Kurdî, li çarşema pêşîn a 2`ê Nîsana 2634`an e û ev rêkevte hin carnan tê guhertin. Cejna Çarşemasor jî di nav Kurdan de bi şaşî hatiye naskirin, îro rojê hekî tu li ser vê mijar li her Kurdekî bipirsî, dibêje cejna Çarşemasor ya Kurdên Êzidî ye. Na ev yeka wusa nîne. Ev ya netewî ye, ya netewa Kurd e. Lê belê jiber ku bi piranî Kurdên Êzidî li ser koka xwe li ser kevneşopiyên xwe mane û berdewam dikin û Kurdên neÊzidî xwe nêzî cejna Çarşemesor nakin û dibêjin ev ya Êzdiyan e. Ya rastî Newroz û Çarşemasor ti pêwendiyek van bi hev re tineye.”

Di dawiyê de min ji Mamoste “Mewlûd Îbrahîm” pirsî, di niha de Kurd hewce ye çawa digel Newrozê reftar bike?

B: “Divê em Newroza Kurdewarî girê bidin bi cîhanê re û em li hemû aliyekê mifahê jê wergirin. Çimkî Newroz cejnek çend rehendî ye, ku wisa ye em dikarin ji çend aliyan ve kar pê bikin. Bo mînak hekî me navendek Newrozî hebe û em salane daxwazê bikin ku hemû aliyek bo cejna Newrozê bêne Kurdistanê û em li vir de dikarin deriyek bihêz a aborî bo Kurdistanê vebikin û em dikarin bi vî şêweyî Kurdistanê bikin cihek kevnar a geşta cihwarî û geştiyarî û heta em dikarin di Newrozê de çalakiyên edebî, hunerî, kultûrî, werzişî û sînemayî bikin û me şiyana vê yekê hebe ku xelata yekemîn a van hilkeftên navbirî bi navê Newrozê wek diyarî bidine xelkê. Eger em bên kar bo vê yekê bikin, Newroza Kurdewarî zêde diçe nav welatan û civatgehan. Lê mixabin em kêmtirxem in û tenê di roja Newrozê de tên bi sirûdek, bi liberkirina cilûbergekê girîngiyê didine vê hilkeftê, ev yeka bes nîne, divê me bi xwendineveyeke dîrokî, kultûrî û cihwarî bo Newrozê hebe û bîr ji paşerojê bikin. Hekî me berê qurbanî û xwîn bo Newrozê daye, divê niha em bên qerebûya vê yekê qerebû bikin. Ku wisa ye Newroz kevntirîn cejna mirovayetiyê ye û ya gelê Kurd e û eva jî gelek girîng e ku netewa Kurd ji rêya vê cejnê ve here nav civatgeh û neteweyan û berevajî ev jî bêne nav Kurdistanê û cihwarên dîrokê yên Kurdistanê nîşanê wan bêne dan.”


 

Newroz kevintirîn hilkefta mirovahî di Zagirosê de ye Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on مارس 18, 2022 Rating: 5 Newroz kevintirîn hilkefta mirovahî di Zagirosê de ye   N: Keyhan Mihemedînijad Min di vê gotarê de hewil daye bi awayek berfireh li s...

ليست هناك تعليقات: