Bi helkefta salvegera sed û bîst û çar saliya weşandina yekemîn rojnameya kurdî ( Kurdistan ) - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûrîya

728x90 AdSpace

السبت، 25 يونيو 2022

Bi helkefta salvegera sed û bîst û çar saliya weşandina yekemîn rojnameya kurdî ( Kurdistan )

Bi helkefta salvegera sed û bîst û çar saliya weşandina yekemîn rojnameya kurdî ( Kurdistan )












Mişel Osman Bavê Nisrîn

Pênûsa Azad-Hijmar 11

Yekemîn car (Kurdistan) hat parçekirin di sala 1514 an de, dema ku sultanê Osmanî Selîm di cengê de bi (Isma'îl) re şahê Fursê biserket, nêzîkî (Caldêranê).

Kurdistana rojava û başûr û orte ma di destê Osmaniyan de û Kurdistana rojhilat ma di destê Fursan de, ceng berdewam bû di nav Osmanî û Fursan de û her yek ji wan dixwest ku desthilata wê bigihêje çiyayên Qefqasê û derya reş (Xerz) û derya sipî û bendava Faris.

Û bi vê cengê ji bilî serpêhatiyan bi ser milletê Kurd de ne dihatin.

Di çerxê 16 an de, Osmanîya Kurd surgon kirin devera (Erzeromê – Qaris – Erfanê) û xûktî ji ser wan hate rahiştin, bi mercê ku bibin nehtor li ser sînor li hember Fursan.

Di sala 1823 an de, cenga di navbera Osmanî û Fursan de bi dawî bû, bi imzekirina peymana (Erzerom) ya ku tê de sînor hate naskirin.

Domkirina cengê, desthilata osmanî û fursan li ser kurdan qels kir, ji ber vê yekê Kurd gihiştin serxwebûnek biçûk bi hebûna hinek mîrnişînên kurdî mîna (Rewandiz - Botan - Bayezîd -Badînan - Dêrsim - Hekarê - Mûş -mîreşîna Yezîdî li Şengalê…).

Di çerxê 18 an de, berava Derya Reş cîwarê cenga Rûs û Osmaniyan bû, lê di çerxê 19 an de, cihê şer hate guhertin çû Belqan û  hêla Qefqasê.

Ev tiştê han rolek girîng di dîroka bizava kurdî de list, di dawiya şêstsaliya çerxê 19 an de, sînorê Rûsan fireh bû, derbasî Kurdistanê bû û ji vê yekê gelek ji kurdan li hêla Rûsan man, ji encamê cengên di navbera Rûs û Fursan de 1826 - 1828 an, û cengên Rûs û Osmaniyan 1828 - 1829 an.

Bi alîkariya dewlemendên kurd mîna Selîm paşa hakimê Axalîx û Behlûl paşa hakimê Bayezîd û Emîn paşa hakimê Mûşê, bi Rûsan re, Osmanî di Qefqasê de hatin şikandin, di pey re desthilata deverên kurdî kete destê dewlemendên kurdan.

Di 8 ê tîrmeha sala 1833 an de, Osmaniyan peymana (Onîkar-Iskîlîs) bi Rûsan re imze kirin.

Di sala 1834 an de, 20 hezar leşkerên Osmanî bi serokatiya Mehmûd Reşîd paşa bi agir û hesin êrîşî Kurdistanê kirin, ev êrîş bû sedemek xurt ji rabûna tevgerek netewî  kurdî, bi serokatiya Bedirxan paşa 1843 - 1846 an.

Raperîna Bedirxan paşa 1843 - 1846.

Di sala 1843 an de, mîr Bedirxan di Cizîrê de raperînek li hember sultan Ebdul Mecîd li darxist û sê salan dûmkir.

-Mîrên ku Botan di destên wan de bû berî Mîr Bedirxan ev bûn :

-1- Mîr Evdal (bavê Bedirxan e), yê ku bi perê xwe dibistana Sor ava kir .

-2- Mîr Seyfudîn (pismamê Mîr Bedirxan e).

-3- Mîr Salih (birayê Bedirxan yê mezin bû) .

-Şer û xeyd di nav malbata Bedirxan de hebûn, Seyfudîn piştî şerekî xurt û bi alîkariya Osmaniyan Botan ji destê Evdal derxist, di wî şerî de Bedirxanê mendal xwe di çiyayê Şernaxê de veşart.

-Hino hino Bedirxan ket nav Bedirxaniyan û got divê Botan ji destê Seyfudîn derkeve, û xwesteka wî bi cî hat, Botan ket bin destê Salih birayê Bedirxan yê mezin, di dema mîr Salih de rewşa Botan gelekî xirab û qels bû ji ber ku mîr Salih mirovekî oldar bû, di tevgera cîhanê de netêgihiştî bû, Bedirxan tirsiya ku Botan ji dest wî derkeve, biryar da û bû Mîrê Botan sala1821z.

-Wekheviya li nik mîr Bedirxan, derbû dervî Botan, hişt ku gelek ji êl û eşîrên kurdan xwe li Botan bigirin, ev bû sedem ku Bedirxan eniyek leşkerî ava bike, û bi vê yekê mîr Bedirxan bû serokê kurdan û doza serxwebûna Kurdistanê bike.

-Hevpeymana Pîroz (الحلف المقدس)

-Du sedem hiştin mîr Bedirxan, hevgirtinê ava bike:

-1-  Hêzên Osmanî di şer de bûn, li hember raperîn û tevgerên di hundirê welatê wê de, mîna tevgera Mihemed Elî Paşa li Mesrê.

-2-   Şikestina hêzên Osmanî di şerê Nizîb de sala 1839 an z.

-Ji ber van herdû sedeman mîr Bedirxan peymana pîroz ava kir di nav tevgera kurdî de li hember dewleta Osmanî:

-1- Nûrellah mîrê Hekarê.

-2- Mistefa beg-Derwêş beg-Mehmûd xan, ji serokên Wanê.

-3- Xalid beg ji Xêzan.

-4- Şeref beg ji Bedlîs.

-5- Ebdullah xan -Moks- başûrî derya Wanê.

-6- Zeynil beg Berwarî- ji serokên Badînan.

-7- Serok eşîrên Qaris.

-Hevgirtina pîroz hate herifandin ji layê Dewleta Osmanî û bi alîkariya Birîtanya.

-Gelek ji kurdan dişand welatê Ewrupa ji bo xwendinê û nexasim xwendina leşkerî .

-Ji xêr û bêra Kurdistanê Mîr Bedirxan du febrîqe ava kirin, ji bo çêkirina barûdê.

-Gemî û qeyikên cengê xiste derya Wanê

-Ordiyek damezirand bi serokatiya Tahir Hemo, ew ordî ne ji kurdan bi tenê bû, Ermen û Asûrî û Êzîdî jî tê de hebûn û cihê bilind tê de digirtin.

-Piştgirî ji çandiniyê re dikir.

-Pere çêkirin(صك النقود ) , li hêlekê nivîsîbû (mîrê Botan Bedirxan), li hêla dinê nivîsîbû (1258 k-1842 z).

-(Malmesanj) dibêje: "mîr Bedirxan bavê tevgera netewî ya kurdî ye, di sala 1842-1847an de, mîr Bedirxan karîbû hikûmetek kurdî serbixwe ava bike û sînorê wê gihişt hawirdora Mûsilê, Amedê, Sine (Sinindic), Siwêrik û Wêranşehirê".

Herifandina desthelata Botan û koçkirina mîr (Bedirxan).

Mihemed paşa Înce Beyreqdar waliyê Mûsilê bû, xwesteka wî ya herî girîng qirkirina Mîrnişînên kurdan bû, ji dergeha bilind (Elbab-el`alî) re nameyek şand tê de nivîsî (Bedirxan çû serdana hevalbendê xwe Mehmûd xan li Wistanê, û gundên hawirdora Wistanê tev talan kir) ji bilî wê nameyê jî, ji Mar Şemûn xwest ku welatên Ewropa zorê li Osmaniyan bikin da ku Bedirxan tune bikin.

Sultanê Osmanî Ebdulmecîdê yekem ferman da Osman paşa digel 25 hezar leşker bi çek û topan êrîşî Bedirxan bikin, lê di wî şerî de Bedirxan biserket bi alîkariya biraziyê xwe Yezdan Şêr, di şerê Çemê Zeytûnê de.

Lê cara duwemîn Osmaniyan Yezdan Şêr tima kirin, û ordiya wan biserket, mîr Bedirxan û leşkerên xwe kişiyan Keleha Eroxê. Di kelehê de Mîr Bedirxan hate girtin, di pey re wî surgûn kirin (Qendehiyê) li bendava Kirîtê, di derya sipî de, dor 18 salan li wir ma, di sala 1866 an de Osmaniyan hiştin ku li Şamê bicîwar bibe, piştî çar salan, ango di sala 1870 yî de, mîr Bedirxan çû ber dilovaniya Xwedê û li goristana Xalid Neqşebendî, di taxa Kurdan de li Şamê hate veşartin.

Li gor (Mêcor Noêl) dibêje: mîr Bedirxan bêtirî 90 zarok û nevîyî li pey xwe hiştin, û hemû koçber bûn û hatin surgûnkirin li gelek welatan, û Osmaniyan herdem çavdêrî li wan dikirin.

Rewşa kurdan û rojname û çapemeniyê di dewleta Osmanî de

Ebdul Hemîd dixwest ku kurdan ji kok de qir bike, mendal di pêçekan de dikuştin da ku nebin xort û li hember wî nesekinin.

Yasa çapemeniyê, ya sala 1881 ê, bi bend û mercan rojnameyên welatparêzî vedimirand, ango azadiya çapemeniyê tune dikir.

Tenê xwedanên rojnameyan yên ku pesndarî ji sitemkar û mafxur Ebdulhemîd re dikirin ew biser diketin û li ser pişta millet bi derew û bertîlan dibûn lord.

Ebdul Hemîdê dilreş dixwest hizir û bîrên rojnamevanan sînor bike û tune bike, (mînak) gava serokê Firansî (S. Karno) di dawiya sala 1894an de hate kuştin, rojnamevanên Istembûlê nizanîbûn çawa nûçeya mirina wî belav bikin, ji hêlekê ve nikarîbûn bêjin hate kuştin ji hêla din ve newêrîbûn bêjin -pîr bû- ji ber ku sultan Ebdul Hemîd pîr bû.

Rewşa Misrê û çapemeniyê

Jiyana milletê Misrê di bin sîber û sitemkariya Osmaniyan de, jiyanek reş bû, tev êş û azar bû.

Lê piştî Misir ket bin destê Birêtanya di sala 1882 an de, rewşa Misrê hate guhertin, li gor D. Kemal Ehmed Mezher dibêje: "desthelata Osmanî reng jê re nema, ma deng bi tenê ,"yasa çapemeniyê ya ku di sala 1881ê derketibû, tune kir bi sedemên:

1- Berjewendiyên welatên Ewropî li Misrê nexasim Firansa.

2- Xeyd û berberiya di navbera Kiromer (qunsilê Birîtanî li Misrê) û Xidêwî Ebasê diwem de.

3- Pêşketina tevgera welatparêzî di Misrê de.

 Piştî tunekirina wê yasê, hemû rojnameyên dijî desthelata Osmanî, bi azadî dest bi karê xwe kirin. Misir bû hêlîna hemû biyanî û penaberên welatparêz yên ku dijî sultanê Osmanî bûn (Turk û Ermen û Kurd).

 Miqdad Midhet Bedirxa yek ji wan penaberan bû, pêşketina zanistî û şaristaniya ku li Misrê çêbû, nexasim azadiya çapemeniyê hişt Miqdad bi milletê xwe mijûl bibe, hişt kar bike da ku milletê xwe li pêşxe û wî ji bin sîber û sitemkariya sultanê Osmanî (Ebdul Hemîd) rizgar bike û xewna xwe pêk bîne (kurditaneke hevgirtî di dewletek serbixwe de).

Yekemîn rojnameya dayik di dîroka rojnamevaniya kurdî de bi navê (Kurdistan)1898-1902.

Di roja pêncşemê de 22 nîsana sala 1898 an de, li Qahîrê paytexta Misrê, li çapxana (El Hilal) rojnameya Kurdistan hat weşandin .

Di hejmara yekemîn de, Miqdad Midhet Bedirxan armanca rojnameya xwe dide nasîn û di sergotarek xwe de dibêje:

-"Li her cihekî fêrgeh û xwandingehên baş hebin, ezê nîşanê Kurdan bidim (bo wan bas bikim), her şerek biqewme, dewletên mezin çi dikin, ezê basa hemûyan bikim

-"Heya niha tu kesî cerîdeyeke wisan (bi Kurdî) dernexistiye, cerîdeya min yekem cerîde (a Kurdî) ye. Lewma pire ji kêmasiyan, hêvîdarim kêmasiyên rojnamê ji min re binivîsin."

-"Her tiştê ku bi tazeyî tê çêkirin kêmasiyên wê hene. Lê piştî wê, riya xwe peyda dike."

-piştî sê hejmarên rojameya Kurdistanê desthelata Osmanî gelek kelem û astengî di rêya belavkirina rojnamê de derdixe, mîr Miqdad di hejmara 4 an de, nameyek bi zimanê turkî ji Sultan Hemîd re dişîne di nameyê de dibêje:

--"Nivîsîna serî ku min bi Tirkî nivîsandiye, nameyeke bo Hezretê Sultan Ebdulhemîd Xan. Di wê namê de, daxwazê jê dikim, rê bide rojnameya min bi azadî bigihêje Kurdistanê."

-"Ji wan welatan ku rojnamê ji wan re dişînim, name bo min nivîsdandine, ku Hukumeta Osmanî rê nade rojnameya min bigihêje destê wan, ji ber ku ew Kurdî nizanin, dibêjin rojname dijberî wan hatiye nivîsandin."

-Miqdad li nameya kurdekî ji Edenê (Seyid Tahir Botanî) vedigerîne:

-"… Bi riyên hewce rojnameyên min bên belav kirin, ez neçar im riyeke din peyda bikim bo wê çendê ku 50 dane, "KURDISTAN" bigihîje destê te."(5)

Desthelata Osmanî rê li ber rojnameya Kurdisan girt û Miqdad Midhet Xan vegerand Istembûlê .

Di pey re Ebdurrehman, li Cinêvê paytexta Siwêsra dest bi weşandina rojnameya birayê xwe Midhet Xan kir.

Ebdurrehman di hejmara 6 an de, di nivîsa xwe de dibêje:

"Wisa îşkencekirina birayê min, heger ji bo min bibin Istenbolê û ji armanc û zanîn û bîr û behwer û xwe ragiriya min bi şikur, bi xwedê sond dixwim ku ev tedbîr û xweragirî û berxwedana min bihêz dike ji bilî wê xizmeta tiştekî din nake, kutek li şêr dikevin çengên wî xurtir dibin".

 "Min di wê cerîdê de nameyeke Romî (Tirkî) ji bo Sultan Ebdulhemîd Xan nivîsandiye. Di nameya xwe de dibêjim, ji ber wê çendê ku Sultan rê nedaye cerîdeya birayê min li mulkê Sultan bê belav kirin, ezê vê cerîdeyê ji mulkê wî derînim, hetanî ku bikarim ji riya vê rojnamê ji bo başiya Kurdan xebatê bikim û basa nepakiya kesên devr û berê Sultan bikim."

Reng û nîşana rojnameya (Kurdistan)

rojnameya Kurdistan ji çar rûpelan dihate weşandin, (25,50) (32,50) s.m. bi zimanê kurdî (kurmanciya jorîn) bi tîpên Erebî hatiye nivîsandin, navê (KURDISTAN) li rûpela yekem bi pênûsa Nesx (tîpên Erebî) hatiye nivîsîn. Di bin de jî sala weşana yekem hijmarê 1315 (koçî) hatiye nivîsîn. Ev nivîsîn heya hijmara dawî ya "KURDISTAN"ê, wekî nasnameya rojnamê di yekem rûpela "KURDISTAN"ê de hatiye çapkirin. Ji aliyê rastê ve navê "KURDISTAN"ê hatiye nivîsîn: "Her nameya ku tê hinartin, diviya bi navê xwediyê cerîdê: Lawê Bedirxan Paşa - Miqdad Midhet Beg bo Misrê bê şandin. Her carê 2000 daneyan bi belaş ji bo Kurdistanê dişînim, ku ji bo xwendinê bi xelkê bihê dan. Ji aliyê rastê "KURDISTAN"ê ev hevoke jî hatiye nivîsîn:

"Bo dervey Kurdistanê bi sal 80 Quruş e, bo navxweye Kurdistanê ji bo daxwazkaran bi belaşî tê şandin."

Ji hijmara 16 an û vir de navê "KURDISTAN"ê li rûpela yekem bi tîpên latînî hatiye nivîsîn.

Di rojnameya Kurdistanê de ji bilî nivîsên bi zimanê kurdî, nivîsên turkî û erebî jî peyda dibin:

Jimarên (1-2-3) bi kurdî hatine nivîsandin.

Jimarên (4-5-6-7) bi turkî bi terzê nameyan ji Hemîdê duwem re hatiye nivîsandin.

jimarên (8 ,16) du name bi erebî hatine nivîsandin,

Nameya Elî Hisên Amêdî ji Mêrdînê, di hejmara(8) an de.

Nameya şêx Hesen li Nablisa Libnanê, di hejmara(16) an de.

Û hemû hejmarên din bi kurdî û turkî hatine weşandin.

Çapkirin û weşandina rojnameya Kurdistan:

Jimarên (1-2-3) li çapxaneya (Elhîlal) li Qahîra paytexta Misrê 1898.

Jimarên (4-5) li çapxaneya rojnameya Kurdistanê li Qahîra.

Jimarên (6-19) li Cinêvê paytexta Siwêsra (1899-1900).

Jimarên (20-23) li bajarê Qahîra sala 1900.

Jimara (24) li bajarê London 1901.

Jimarên (25-29) li bajarê (Folkiston) dikevî başûrî Birîtanya (1901-1902).

Jimarên (30-31) li bajarê Cinêvê 1902.

Jimara 31 ê, ya dawî di 14ê nîsana 1902 an de hat weşandin.

Rojameya (Kurdistan) rolek girîng di hişyarkirina hestên netewî û welatparêzî di warê ragihandin û çapemeniyê de lîst.

Rojameya (Kurdistan) di gelek waran de kar û xebat dikir (rewşenbîrî, siyasî, abûrî û civakî)

 Lewma ev rojname bû roj û tîrêjên wê derbasî her maleke kurd bû.

 Di wê rojnamê de, gelek babet dihatin weşandin (jiyana mîr Bedeirxan, dastana (Mem û Zîn) ya mîrê helbesta kurdî Ehmedê Xanî, pêwendiyên kurd û Ermeniyan cîwarekî fireh di rojnamê de digire, jiyan û helbestên Hacî Qadirê Koyî, pertûka (el Hediye el Hemîdiye) ya Yûsif Ziya el Xalidî, cenga Belqanê, cezîra Kirît, cenga Misr û Sûdan.

Malbata Bedirxan ji destpêka mîrîtiya xwe de di kurdistanê de barê welatparêzî û azadiya gelê xwe hilgirtin.. ne bi tenê di riya  serhildan û raperînan de, belê di warê toreya kurdî de gelek kar û xebat kirin.

Govar û Rojnameyên Bedirxaniyan

1-    Kurdistan - 1898 - 1902: Xwediyê wê Mîr Miqdad Midhet Bedirxan û Mîr Ebdirrehman Bedirxan.

2-    Omîd - 1900 : xwedî û berpirsyarê wê Mîr Mihemed Salih Bedirxan bû, cihê weşandina wê li Qahîra bû.

3-    Kurdistan - 1908 : xwedî û berpirsyarê wê Mîr Sûreya Bedirxan û Ehmed Sûreya Emîn Alî Bedirxan bû, cihê weşandina wê li Stembolê bû.

4-    Kurdistan - 1912: Kovareke Kurdî û Turkî bû, cihê weşandina wê li Ormîya bû, xwedî û berpirsyarê wê şehîd Mîr Ebdirrezaq Bedir-Xan bû, hejmara ( 1 ) ê di sala 1912 an de çap bûye, hejmara  dawî di sala 1914 an de, di sala 1913 an de piştî ku Mîr Ebdirezaq çûye bajarê Sanpitrisborgê, Simko Axa bi berpirsyariya wê rabûye

5-    Yekbûn - 1913 : xwedî û berpirsyarê wê Mihemed Salih Bedirxan bû, bavê  Rewşen Bedirxan, cihê weşandinê Stembol bû.

6-    Govara Jîn - 1916 : xwedî û berpirsyarê wê Mîr Sûreya Bedirxan bû, cihê weşandina wê li Qahîra bû.

7-    Govara Hawar - 1932 : Kurdî û Fransî bû, xwedî û berpirsyarê wê Mîr Celadet Alî Bedir-Xan bû, cihê weşandina wê li Şamê bû, yekemîn car li ser rûpelên vê Govarê Kurdîya bi tîpên latînî hatiye bikaranîn.

8-    Govara Ronahî - 1942 : xurû bi Kurdîya latînî bû, xwedî û berpirsyarê wê Mîr Celadet Alî Bedir-Xan bû.

9-    Roja Nû - 1942 : bi Kurdî û Fransî bû, berpirsyarê wê Mîr Dr. Kamîran Alî Bedir-Xan bû, cihê weşandinê li Beyrûtê bû

10-           Stêr - 1943 : Rojnameyeke xurû bi Kurdîya latînî bû, xwedî û berpirsyarê wê Mîr Dr. Kamîran Bedir-Xan bû, cihê weşandinê li Beyrûtê bû

Dawî

Di 22 nîsana 1968 an de, rojnameya (el te'axî) gotarek ji doktor Marûf Xeznedar re weşand li ser yekemîn rojnameya kurdî, û di wê rojnamê de pêşniyar kir ku 22 yê nîsanê bibe roja rojnamegiriya kurdî.

 Pertûka bi navê (kurdistan yekemîn rojnameya kurdî) danehev û pêşgotin doktor Kemal Fû`ad Di sala 1972 an de hat belavkirin.

 "Piştî pirtûka (Mûlid name) ya Şêx Hisên Qazî û pertûka (adat û teqalîdê kurdî) ya Mela Mehmûd Bayezîdî, mirov kare bêje ev rojname zimanê kurdî xist warê nivîsê"

  Serkêşê karwanê rojnamevaniyê, dilsoj û xemxurê peyva kurdî, yekemîn yê ku berek danî ser dîwarê rojnamevaniya kurdî, mîr (Miqdad Midhet Bedirxan), berî 122 salan .

……………………………………………..

jêder

حول الصحافة الكردية- د.عزالدين مصطفى رسول

نهضة الأكراد الثقافية والقومية-د.جليلي جليل

كولان العربي الاعداد (47-48-50)

Govara (Bihar) jimar (6)

Govara (Metîn) jimar (31-32-99)

Malpera Kurdistan ya ilkitronî .


  

Bi helkefta salvegera sed û bîst û çar saliya weşandina yekemîn rojnameya kurdî ( Kurdistan ) Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on يونيو 25, 2022 Rating: 5 Bi helkefta salvegera sed û bîst û çar saliya weşandina yekemîn rojnameya kurdî ( Kurdis...

ليست هناك تعليقات: